Li Efrînê teqîn: 4 kes birîndar bûn
Li bajarê Efrînê yê bakurê rojavayê Sûriyê otomobîleke bomberêjkirî teqiya. Di teqînê de 4 kes bi giranî birîndar bûn.
Li ser Cadeya Vilar a bajarê Efrînê otomobîleke bomberrêjkirî teqiya. Li gor medya Tirkiyê di teqînê de 4 sivîl bi giranî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, agirê piştî teqînê derketiye ji aliyê tîmên parastina sivîl ve hatiye vemirandin û birîndar bo nexweşxanê hatine veguhestin.
Bajarê Efrînê li parêzgeha Helebê ji aliyê Tirkiyê û terorîstên pêre hatiye dagîrkirin. Piştî dagîrkirina gund û bajarên bakura Sûriyê ji aliyê Tirkiyê û terorîstên ser bi dewleta tirk nearamî, dizî û revandina xelkê sivîl ji aliyêî terorîstan û artêşa Tirkiyê bûne karên her rojî di van gund û bajaran de.
Desdirêjiyên dewleta Tirkiyê ser bakura Sûriyê rastî nerizamendiyên berfire li cîhanê hatin.