"Tirkiye hewl dide şêniyên mayî koçber bike"
Li herêmên dagirkirî yên Sûriyê sûcên qetilkirin, revandin, destdirêjî, talankirin, wêrankirin û şewitandina zeviyan didomînin. Çavdêr diyar dikin ku armanc ji van sûcan koçberkirina şêniyên mayî ne.
Li gorî rapora Hawar Newsê, "Du roj beriya niha bi dehan kes ji xelkê gundên Bab El-Xêr, Can Temir û Um Uşba yên rojhilatê navçeya Serêkaniyê ya dagirkerî li dijî sûcên komên çete yên girêdayî bi Tirkiyê, êrişên li dijî welatiyan û talankirina zeviyên wan ên çandiniyê xwepêşandanan li dar xistin."
Li gorî rapora vê ajansê "Li herêmên din ên dagirkerî Efrîn û Girê Spî çeteyên girêdayî bi Tirkiyê sûcên xwe didomînin. Li herêmên Til Temir, Serêkaniyê, Girê Spî, Kobanê, Minbic û Şehbayê hêzên dagirker bi zanebûn zêdeyî 60 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitandin û zêdeyî 3 hezar 5000 darên zeytûnan telef kirin."
Hawar Newsê her wiha nivîsîye: "Bi hatina mewsima çinînê re çete di bin navê "Ziketê" de baceyan li cotkran ferz dikin. Cotkarên ku bacê nedin dexlên wan tên desteserkirin. Li aliyekî din jî bi hinceta ku belgeyên îsbatê li cem cotkaran nînin dest danîne ser gelek zeviyan."
Li gorî rapora Hawar Newsê, Li ser mijarê endamê navenda bi navê "Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS)", Mihemed Nezîr Xelef got: “Tirkiye hewl dide bi rêya terorîst û çeteyên xwe şêniyên resen ên ku mane li herêmên dagirkirî koçber bike."
Xelef destnîşan kir ku Erdogan di serdema nû de hewl dide bi rêya êrişên xwe gelê Kurd qir bike, demografiya herêmên kurdî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biguhere. Xelef axaftina xwe wiha domand: “Bûyerên ku li Efrînê û Girê Spî, Serêkaniyê, Bab û Cerablus piştî dagirkirinê rû didin, dide nîşandan ku Erdogan li ser şopa kalikên xwe Osmanî dimeşe.
Li herêmên Sûriyê yên dagirkirî zêdeyî ji sedî 60 niştecihên wê yên resen hatin koçberkirin, niha jî hewl tê dayîn ku niştecihên mayî jî bi rêya kiryarên rojane yên revandin, qetilkirin,talankirin, dizî û şewitandina zeviyan bidin koçberkirin da ku demografiya herêmê bi tememî biguherin."