Çeteyên dewleta Tirkiyê li Girê Spî zarokekî 13 salî qetil kirin
Hezîran 19, 2020 19:32 Asia/Tehran
Çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyê li Girê Spî duh zarokek 13 salî revandibû. Ji ber ku malbatê nekarî fîdye bide zarok qetil kirin.
Êrîşên qirker ên derveyî mirovî yên li ser sivîl, jin û zarokan ên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê bê navber dewam dike.
Çeteyên dewleta Tirkiyê duh li Girê Spî zarokek bi navê Udey Abdulhesen ji ber fîdyeyê revandibû. Zarokê 13 salî ji ber malbatê nekarî fîdeye bide ji aliyê çeteyan ve hate qetilkirin.
Cenazeyê zarokê hatî qetilkirin li parka Sedaqa ya navenda Girê Spî hate dîtin.