"Tirkiye bi bikaranîna endamtiya xwe li NATO'yê, navçeyê aloz dike"
Alîkarê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê, Bedran Çiya Kurd di axaftinekê da tevî amajeya bi êrîşên artêşa Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê got: "Tirkiye bi bikaranîna endamtiya xwe li NATO'yê, navçeyê aloz dike".
Li gorî rapora Kurd Pressê, Bedran çiya Kurd, Alîkarê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê her wiha got: "Ev êrîşû beşek ji wan tevkujiyan e ku Tirkiyê dijî gelê Kurd
pêk tîne. Zihniyeta kuştin û tevkujiya kurdan ji serdema Osmaniyan va hatiye domandin û aniha dewleta Tirkiyê bi heman zihniyeta serdema Osmaniyan tevdigere. Armanca gişt van kiryaran jiholêrakirina berxwedana kurdan e."
Li gorî rapora Hawar Newsê, Çiya Kurd her wiha got: "Ev êrîş di rewşekê da pêk tên ku Tirkiye mijûlî kêşeyên siyasî û aborî ye û rewşa navxweyî ya wî welatî nebaş e. Ji aliyê din va di siyasetên xwe yên li Lîbya, Sûriye û Medîteraneya Rojhilatî tûşî gellek arîşeyan tev civaka navneteweyî bûye. Ji ber vê yekê van operasiyonan jibo nixûmanidna van kêşeyan û serkutkirina kurdan pêk tîne. Tirkiye hewil dide bi destwerdana leşkerî li navçeyê û bikaranîna puena endamtiya xwe li NATOyê, aramî û tenahiya li navçeyê ji nav bibe. Tirkiye jibo bidestxistina van xwestekên xwe jî ji endamtiyta xwe li NATOyê sûdê werdigire. Heta wê demê ku NATO jî helwêsteke zelal li hemberî êrşîên artêşa Tirkiyê nîşan nedabe, ev yek bi wateya piştevaniya NATO'yê ji komkujiya kurdan ji aliyê Tirkiyê va ye."