Aldar Xelîl: "Artêşa Tirkiyê êrîşî ser hebûna kurdan kiriye"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316870-aldar_xelîl_artêşa_tirkiyê_êrîşî_ser_hebûna_kurdan_kiriye
Aldar Xelîl, Endamê desteya Serokatiyê ya PYD tevî amajeya bi êrîşên asimanî yên berfireh ên artêşa Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê got: "Artêşa Tirkiyê êrîşî ser hebûna kurdan kiriye."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 16, 2020 11:19 Asia/Tehran
  • Aldar Xelîl:

Aldar Xelîl, Endamê desteya Serokatiyê ya PYD tevî amajeya bi êrîşên asimanî yên berfireh ên artêşa Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê got: "Artêşa Tirkiyê êrîşî ser hebûna kurdan kiriye."

Li gorî rapora Kurd Pressê, Aldar Xelîl, Endamê desteya serokatiya Partiya Yekîtiya Dêmokratîk (PYD) ya Sûriyê di axaftinekê da got: "Êrîşên asimanî yên artêşa Tirkiyê, êrîşa dijî hebûna kurdan bû. Ev êrîş dewama êrîş û siyasetên nijadkujiya kurdan e. Êrîşeke e ku di encama nepejirandina birêxistinkirina gelê Mexmûr û Şengalê pêk hatiye. Ewna bi van êrîşan hewil didin ku rê li ber vegeriyana penaberêîn ku DAIŞê ewna aware kirine, bo malê û warê xwe bigirin."
Li gorî rapora Hawar Newsê, Xelîl di dewama gotinên xwe da anî zimên ku: "Hemî tevgerên siyasî yên kurdan divê li hemberî van êrîşan helwêsteke tund û zelal nîşan bidin. Gelê kurd li her derê ku bin bila bi berxwegirtina tevdîrên tendurustiyê li hemberî Vîrûsa Koronayê, bi nîşana dijayetiya digel siyasetên dagîrkerê û tevkujiyê bertekê nîşan bidin. Ji ber ku ev êrîş li dijî hebûna kurdan e."