Li dijî Şaredariya Teyana êrişa çekdarî: Serokê wê hate kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316845-li_dijî_Şaredariya_teyana_êrişa_çekdarî_serokê_wê_hate_kuştin
4 çekdarên rû veşartî êrişî avaiya Şaredariya Bajarokê Teyana ya rojhilatê Dêrazorê kirin û serokê şaredariyê kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 15, 2020 16:44 Asia/Tehran
  • Li dijî Şaredariya Teyana êrişa çekdarî: Serokê wê hate kuştin

4 çekdarên rû veşartî êrişî avaiya Şaredariya Bajarokê Teyana ya rojhilatê Dêrazorê kirin û serokê şaredariyê kuştin.

Li gorî agahiyên medayên bakura Sûriyê 4 çekdar ku rûyê xwe girtibû êrişî avaihya Şaredariya bajarokê Teyana ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê kirin.

Çekdaran bi gefa çekê karmendên şaredariyê li cihekî kom kirin û pirsa serokê Şaredariyê Sekat Ebû Eymen kirin. Dema serokê Şaredariyê nas kirin jê xwestin ku li ser çongên xwe bisekine û li pêşiya hemû karmendan 4 gulle berdan serê wî û ew kuştin. Koma çekdar piştî sûc pêk anîn, reviyan.