HRE: 5 çete hatin kuştin
HRE’yê ragihand ku 5 çeteyên dewleta Tirkiyê hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.
Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên li dijî çeteyên dewleta Tirkiyê berdewam dikin. HRE’yê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çalakiyên hêzên wan ên dawîn de li Bab, Mare û Şêrawayê 5 çete hatine kuştin, 4 çete jî birîndar bûne.
HRE di vê barê de daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku roja 1’ê Hezîranê hêzên wê li herêma Babê li dijî çeteyên artêşa Tirkiyê êrişek li dar xist. Di encamê de çeteyek hat kuştin. Di heman rojê de hêzên wê li dijî benda kontrolê ya girêdayî bajarê Babê çalakiyeke din li dar xist. Di encamê de 2 çete hatin kuştin.
Hêzên HRE li herêma Mareyê çalakiyek li dijî çeteyên artêşa Tirkiyê lidar xist. Di encamê de çeteyek hat kuştin.
Hêzên me li gundê Basûtê yê bi ser navçeya Şêrawa de çalakiyek li dijî çeteyên artêşa dagirker li dar xist. Di encamê de bi qasî ku hat tespîtkirin 4 çete birîndar bûn.
Roja 4’ê Hezîranê jî hêzên HRE li herêma Mareyê li dijî çeteyên artêşa Tirkiyê çalakiyek li dar xist. Di encamê de çeteyek hat kuştin.
Bi giştî di encama çalakiyên hêzên HRE de 5 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.”