Azadkirina du gundên din ên Hemayê û kuştina 15 çeteyên DAIŞ’ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316736-azadkirina_du_gundên_din_ên_hemayê_û_kuştina_15_çeteyên_daiŞ’ê
Artêşa Sûriyê pêşveçna xwe li rojhilatê çolistana El-Selemiyê ya bakura rojavayê parêzgeha Hemayê berdewam dike û di vê çarçovê de du gundên El-ruzete û Cenî El-Elbawî ji bin lepên terorîstan derxistin, herwiha Hêzên asîmanî yên Sûriyê jî duh li navçeya Iqêrbat a li gundewarê Hemayê, êrîşî çeteyên DAIŞ’ê kir û 15 ji wan kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2020 11:11 Asia/Tehran
  • Azadkirina du gundên din ên Hemayê û kuştina 15 çeteyên DAIŞ’ê

Artêşa Sûriyê pêşveçna xwe li rojhilatê çolistana El-Selemiyê ya bakura rojavayê parêzgeha Hemayê berdewam dike û di vê çarçovê de du gundên El-ruzete û Cenî El-Elbawî ji bin lepên terorîstan derxistin, herwiha Hêzên asîmanî yên Sûriyê jî duh li navçeya Iqêrbat a li gundewarê Hemayê, êrîşî çeteyên DAIŞ’ê kir û 15 ji wan kuştin.

Kanala Al-Mayadeen îro înê ragihand ku artêşa di vê operasiyona xwe degelek xisar li terorîstan xistin.

Duh jî artêşa Sûriyê karî gundên Tencere , El-Fetatere û El-Minare li bakurê rojavayê parêzgeha Hemayê azad bikin.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan jî ragihand ku di encama êrişa esmanî ya artêşa Sûriyê jî zêdetirî 15 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û maşîneyên wan hatin teqandin.

Ji berî vê êrişê çeteyên DAIŞ’ê li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li devera Riwêda ya li gundewarê Hemayê êriş pêk anîbûn. Di êrişan de 3 hêzên gelanî yên bi ser hikumeta Şamê ve hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Her wiha beriya wê jî, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bendeke kontrolê ya hêzên hikumetê ya li gundewarê bajarê Suxne yê çolistana Homsê kiribû û di encamê de 5 endamên hêzên hikumetê hatibûn kuştin.