​​​​​​​DAIŞ, carek din li herêmên dagirkirî çalak dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316727-daiŞ_carek_din_li_herêmên_dagirkirî_çalak_dibe
Terorîstên DAIŞ`ê carek din li herêmên dagirkirî yên gundewarê Girê Spî çalak dibin. Nivîsên ku banga vegera DAIŞ`ê dikin û gefan li şêniyan dixwin, li ser dîwarên bajarokê El-Elî Baciliye hatin dîtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2020 06:26 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​DAIŞ, carek din li herêmên dagirkirî çalak dibe

Terorîstên DAIŞ`ê carek din li herêmên dagirkirî yên gundewarê Girê Spî çalak dibin. Nivîsên ku banga vegera DAIŞ`ê dikin û gefan li şêniyan dixwin, li ser dîwarên bajarokê El-Elî Baciliye hatin dîtin.

Çavkaniyên ji hundirê bajarokê El-Elî Baciliye ya dagirkirî ku li bakurê gundewarê Girê Spî ye ragihandin ku sloganên DAIŞ`ê carek din li ser dîwarên malan û dibistanan, li kolanên sereke hatin dîtin. DAIŞ bi riya nivîsan gefan li şêniyan dixwin.

Ji nav sloganên ku hatine nivîsîn; `Tobe bikin û vegerin Xwedê`, `Dewlet mayinde ye`, `Dewleta islamê tê`, `Vegerin Xwedê`.

Li gorî çavkaniyan ev slogan duh bi şev li ser dîwarên kolanên bajarok ên sereke û dîwarên dibistana Elî Baciliye ya Seretayî hatine nivîsandin.

Çavkaniyan diyar kirin ku di vê dawiyê de hejmarek serçeteyên DAIŞ`ê vegerîne herêmên ku Tirkiyê û çeteyên wê ew dagir kirine. Serçeteyê dawî bi navê Xalid El-Aqal ji girîngtirîn serçeteyan li herêmê û berpirsê ragihandinê yê çeteyan di dema ku berê herêmê dagir kirbûn de.

Nîşaneyên derketina DAIŞ`ê ne tenê bi rêya nivîsan diyar bû, heman demê de beriya wê dema çeteyên qaşo Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin, sloganên ku berz kirine li ser kesekî nayên veşartin. Senaryoya Efrînê mînaka herî berbiçav e, ku li ser rêgeza DAIŞ`ê ne.

Ev cara duyemîn e ku mîna van nivîsan derdikevin holê. Di dawiya Adarê de gelek nivîsên ku piştgiriya DAIŞ`ê dikirin li ser dîwarên bajarok hatin nivîsandin. Lê çeteyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê” bi lez ew sîl kirin. Şêniyên herêmê li dijî wan nivîsan, siyaseta ku tê meşandin û nearamiya herêmên dagirkirî xwepêşendan lidar xistin.