Serokwezîrê Sûriyê ji kar hate dûrxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316709-serokwezîrê_sûriyê_ji_kar_hate_dûrxistin
Serokwezîrê hikumeta Sûriyê Îmad Mihemed Dîb Xemîs ji kar hate dûrxistin û kesekî din li şûna wî hate wezîfedarkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 11, 2020 15:54 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Sûriyê ji kar hate dûrxistin

Serokwezîrê hikumeta Sûriyê Îmad Mihemed Dîb Xemîs ji kar hate dûrxistin û kesekî din li şûna wî hate wezîfedarkirin.

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed bi biryarekê serokwezîrê Sûriyê Îmad Mihemed Dîb Xemîs ji kar rakir û Hisên Ernûs li şûna wî wezîfedar kir.

Di daxuyaniya buroya serokatiya hikumeta Sûriyê de hate goitn: "Serokomar Esed biryara 143‘yan a sala 2020‘an derxist. Li gorî wê serokwezîr, Îmad Mihemed Xemîs ji vê erkê hate dûrxistin û li şûna wî birêz endazyar Hisên Ernûs hate wezîfedarkirin ku di heman demê de wezîrê berhemên avî ye."

Nirxê pereyê Sûriyê li beramberî dolarê Amerîka bi awayekî ber bi çav daket ku di rojekê de dolar gihaşt 3 hezarî. Ev yek bû sedema bilindbûna nirxê madeya û nerazîbûna welatiyan.

Li ser vê yekê, hejmarek endamên parlemanê banga rakirina baweriyê ji hikumetê (kabîneya wezîran) kirin . Hin din jî gotin ku biryar û tedbîrên hikumetê ne li gorî asta rewşa jiyanî ya welatiyan e, her wiha sedemên daketina nirxê pereyên Sûrî encamên siyasetên şaş ên hikumetê ye.