El-Beyan: "Tunekirina Terorê" 150 gundên Sûriyê ji DAIŞê paqij kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316704-el_beyan_tunekirina_terorê_150_gundên_sûriyê_ji_daiŞê_paqij_kirin
Rojnama El-Beyan a Îmaretê derbarê mijara pêngava Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya "Tunekirina Terorê" nivîsî:Duh HSDê ragihans ku hemleya "Tunekirina Terorê" ya li dijî şaneyên koma terorîst a DAIŞê li bakurê Sûriyê li nêzîkî sînorê Iraqê bi dawî bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 11, 2020 10:51 Asia/Tehran
  • El-Beyan:

Rojnama El-Beyan a Îmaretê derbarê mijara pêngava Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya "Tunekirina Terorê" nivîsî:Duh HSDê ragihans ku hemleya "Tunekirina Terorê" ya li dijî şaneyên koma terorîst a DAIŞê li bakurê Sûriyê li nêzîkî sînorê Iraqê bi dawî bû.

El-Beyan nivîsî: Berdevka Mclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Ebdullah duh ev agahî di civîneke çapemeniyê li bajarê Şedadê yê gundewarê Hesekê ragihand. Ebdullah got: "Hêzên me bejahiyeke bi dirêjahiya 175 km û ferehiya 60 km paqij kir ku zêdeyê 150 gund û mezra lê hene. Bi hevkariya hêzên me û hikûmeta Iraqê û hêzên hevpeymana navdewletî, ji bo ewlehiya jiyana welatiyan beramberî êrîşên şaneyên DAIŞ`ê, ku vê dawiyê zêde bûne, ev pêngava girîng hat rakirin".

Lîlwa Ebdullah Her wiha got Hemleya Têkbirina Terorê roja 4`ê Hezîranê dest pê kir, li gundewarên Hesekê yên başûr, li herêma Dişîşê ya nêzî sînorê Iraqê ta herêma Baxozê seranserî çemê Firat û Xabûrê yê gundewarê Dêrazor û ev hemle duh bi dawî bû."

Ebdullah diyar kir ku 110 çete hatine girtin, hejmareke mezin çek û teqemenî hatine desteserkirin. Her wiha diyar kir ku tu windahiyên hêzên wan çênebûne.”