Gelê Sûriyê li bajarê cûrbecûr dijî Amerîkayê xwenîşandan li dar xistin
Gelê bajarê cûrbecûr ên Sûriyê bi nîşana nerazîtiya li hemberî sepandina boykotên Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê dijî dewlet û gelê wî welatî xwenîşandan li dar xistin.
Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya SANA Newsê, Xwenîşanderên sûrî li parêzgehên Quneytere û Golanê bi rakirina alaya Sûriyê, hewildana Amerîka û Hevpeymanên wê jibo derbelêdana li abora Sûriyê dan ber rexneyan.
Beşdarên di van xwenîşandanan da her wiha daxwaza mudaxileya civata navneteweyî jibo rakirina boykotên aborî û rawestandina destwerdana biyaniyan li karên navxweyî yên Sûriyê kirin.
Dewleta Amerîkayê ji destpêka Hezîrana 2020î û bi armanca qanûna nasyar bi Sezarê ya pesendkirî di sala 2019an a Kongrea vî welatî da, boykotên cûrbecûr li dijî navend, kesayetî û rayedarên Sûriyê sepandin.