Moskova amade ye ku li ser Sûriyê bi Amerîkayê ra gotûbêj bike
Hezîran 10, 2020 06:02 Asia/Tehran
Li gorî gotina Alîkarê Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, Moskova jibo gotûbêja bi Waşîntonê derbarê Sûriyê amade ye.
Li gorî rapora Kanala Russia Today'yê, Sêrgêyî Riyabkov, Alîkarê Wezîrê karên derve yê Rûsiyê di dewama van gotinan da ku duh anku Sêşemiyê di civîneke çapemeniyê anîn zimên, got:
Heke Amerîka meyl û amadetiya xwe ragihîne, emê gotûbêja bi Waşîngtonê ra berfireh bikin û ji aliyê me va ev amadetî heye."