Di operasyona QSD`ê de heta niha 70 çete hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316650-di_operasyona_qsd_ê_de_heta_niha_70_çete_hatin_girtin
Ajansa nûçeyan a Hawar News'ê Di Pêngava Tunekirina Terorê ya Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD-QSD) ya bi alîkariya Koalîsyona Navneteweyî de heta niha zêdetirî 70 çete hatine girtin.
(last modified 2026-08-27T15:19:41+00:00 )
Hezîran 09, 2020 14:51 Asia/Tehran
  • Di operasyona QSD`ê de heta niha 70 çete hatin girtin

Ajansa nûçeyan a Hawar News'ê Di Pêngava Tunekirina Terorê ya Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD-QSD) ya bi alîkariya Koalîsyona Navneteweyî de heta niha zêdetirî 70 çete hatine girtin.

Li gorî rapora Hawar Newsê, "Hêzên Sûriya Dêmokratîk, QSD`ê di 4`ê Hezîranê de Pêngava Tunekirina Terorê ragihand. Li gorî fermandarên QSD`ê  zêdetirî 7 hezar şervan tev li pêngavê bûne. Armanca pêngavê ew e ku şaneyên DAIŞ`ê ku di demên dawîn de li herêmên başûrê Hesekê, gundewarên bakur û rojhilatê bajarê Dêrazorê tevgera wan zêde bûne, bigirin.

Li gundewarên bakurê rojhilatê Dêrazorê şervanên QSD`ê û hêzên Koalîsyona Naventeweyî operasyonên berfireh dikin. Her wiha balafirên koalîsyonê ji roja destpêkê ya pêngavê ve li asîmanê herêmê digerin.

Li gorî gortina fermandarên QSD`ê ku tev li pêngavê bûne, tevî germahiya zêde û bahozên tozê li çolistanê, pêngav bi armanca tunekirina şaneyên DAIŞ`ê didome. Der barê bûyerên li çolistanê diqewimin û sedemên tedbîrên ewlehiyê û operasyonên berfireh de fermandarekî QSD`ê ji ANHA`yê re destnîşan kir ku çolistan berfireh e, derfet dide terorîstên DAIŞ`ê ku belav bibin û xwe ji ber çavan winda bikin.

Wî diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê hewl didin sûd ji çolistanê wergirin û hêzên wan ên leşkerî û sivîlên herêmê bikin hedef, tevgera wan zêde bûye û tekez kir ku heta niha zêdetirî 70 çete li çolistanê girtine.

Pêngava Tunekirina Terorê di roja 6`emîn de didome. Şervanên QSD`ê heta van kêliyan zêdetirî 70 kesên ku guman li ser wan heye ku têkiliya wan bi DAIŞ`ê re heye, girtin. Ji wan kesên ji Sûrîye, Iraq û Lubnanê ne her wiha yek ji endamên rêxitina El-Qaîdeyê ye."