Qamişlo- Teqînek pêk hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316585-qamişlo_teqînek_pêk_hat
Li bajarê Qamişlo yê bakurê rojhilatê Dûriyê, teqînek bi riya xwekujekî li xaleke asayişê pêk hat.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 07, 2020 16:24 Asia/Tehran
  • Qamişlo- Teqînek pêk hat

Li bajarê Qamişlo yê bakurê rojhilatê Dûriyê, teqînek bi riya xwekujekî li xaleke asayişê pêk hat.

Îro roja yekşemê 07.06.2020an malpera Kurdistan24ê daye zanîn, xwekujekî xwe di xala pişknînê ya asayişê li çarêya Hilko li Qamişloyê xwe teqandiye.

Li gor zanyariyên destpêkê, tenê kesê xwe teqandiye hatiye kuştin û ti ziyanên din ên canî nebûne.

Hêzên asayişê cihê teqînê dorpêç kirine û dest bi lêkolînan kirine.

Çavkaniyekî ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê jî ragihandiye  ku kesê xwe teqandiye, temenê wî dora 20 saliyê bûye û bombe li xwe pêçandibû.

Di encama teqînê de kesê xwekuj miriye û wekî din zirar çênebûne.