HSD: 12 terorîstên DAIŞ’ê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316559-hsd_12_terorîstên_daiŞ’ê_hatin_girtin
Pêngava Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê li qadeke 80 kîlometrî de didome. HSD’ê diyar kir di roja sêyem a pêngavê de 12 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 07, 2020 04:43 Asia/Tehran
  • HSD: 12 terorîstên DAIŞ’ê hatin girtin

Pêngava Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê li qadeke 80 kîlometrî de didome. HSD’ê diyar kir di roja sêyem a pêngavê de 12 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

HSD’ê li dijî şaneyên DAIŞ’ê li bejahiya Dêrazor û Hesekê pêngavek dabû destpêkirin. Pêngav li qadeke 80 kîlometrî didome.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku HSD’ê duh 12 çete girtin û bi giştî heta niha 42 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Fermandarê HSD’ê Reşo Hîlînc diyar kir ku gelê herêmê jî piştgiriyê didin pêngavê û ev pêngav li ser xeta sînor wê heta Çemê Firatê bidome.