Sûriye: Rejîma Îsraîlê êrîşî Hemayê kir
Hikûmeta Sûriyê ragihand, artêşa Rejîma Îsraîlê şeva bihorî çend êrîşên esmanî ser parêzgeha Hemayê ya wî welatî pêk anîne û hêzên berevaniya esmanî ya Sûriyê jî bersiva wan êrîşan dane. Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan jî dibêje, di êrîşê de 9 kes ji hêzên ser bi hikûemta Sûriyê hatine kuştin.
Li gor medyaya fermî ya Sûriyê SANA ku dîmenên êrîşkirina ser parêzgeha Hemayê belav kirine, ew êrîş derngiya şeva Pêncşemê ji aliyê artêşa Rejîma Siyonîstî ve hatine encamdan.
Wan êrîşa hejmareke bingehên serbazî yên artêşa Sûriyê li nêzîkî bajarokê Mesayîf li parêzgeha Hemayê kirine armanc.
Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê dibêje, hêzên berevaniya esmanî ya wî welatî bersiva êrîşa duh şev daye, lê amaje bi zirarên êrîşê nekiriye.
Li aliyekê din, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî îdia kiriye ku di êrîşa duh şev ser pêgehên leşkerî yên li Hemayê de, 9 kes ji hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve hatine kuştin.