Fermandarekî QSD: Operasyon li ser banga şêniyan hate destpêkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316485-fermandarekî_qsd_operasyon_li_ser_banga_şêniyan_hate_destpêkirin
Fermandarê QSD‘ê yê bejahiya Dêrazorê diyar kir ku pêngava wan a li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li ser banga rûspiyan a tunekirina şaneyan hate ragihandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 04, 2020 14:33 Asia/Tehran
  • Fermandarekî QSD: Operasyon li ser banga şêniyan hate destpêkirin

Fermandarê QSD‘ê yê bejahiya Dêrazorê diyar kir ku pêngava wan a li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li ser banga rûspiyan a tunekirina şaneyan hate ragihandin.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya Hawar Newsê, QSD‘ê li bejaniya Dêrazorê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê pêngaveke berfireh da destpêkirin.

Fermandarê QSD‘ê yê Dêrazorê Ednan Efrîn ji ANHA‘yê re daxuyand ku pêngav îro bi beşdarbûna hezar şervanî dest pê kir.

Endnan Efrîn diyar kir ku pêngav li ser banga rûspiyên herêmê ya tunekirina şaneyên çeteyên DAIŞ‘ê hate destpêkirin û anî ziman ku şaneyên DAIŞ‘ê ji tedbîrên li dijî Koronavîrusê sûdê wergirtine û êrişên xwe yên li dijî şêniyên Dêrazorê zêde kirine.

Efrîn daxuyand ku hezar şervanên QSD, YPJ û Hêzên Komandos bi hevkariya Koalîsyona Navnetewî di aliyê bejahî û asîmanî de beşdarî pêngavê bûne.
Li gorî fermandarê QSD‘ê pêngav wê li herêma xeta navçeya Deşîşa heta Baxozê bi ber sînorê Iraqê ve pêk were.