Li Şehbayê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê meşiyan
Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî binpêkirinên artêşa Tirkiyê a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên Efrînê daketin qadan.
Hêrsa li hemberî sûcên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî gelê Efrînê, bi taybet piştî bûyera dawî ya li dijî jinan zêde dibe.
Bi pêşengtiya Kongreya Star a herêma Efrînê meşeke girseyî bi beşdarbûna bi hezaran kesî hate lidarxistin.
Meş ji pêşiya navenda Şaredariya Gel a kantona Efrînê ya li gundê Til Sosîn ê navçeya Ehdasê yê Şehbayê dest pê kir û di kolanên sereke yên navçeyê geriya.
Di meşê de pankartên mîna "Berxwedana me hêza me ye û şehîdên me pêşengên me ne", "Ji bo azadiya jinê em têdikoşin", "Ji bêdengiya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê a li bakurê Sûriyê re na", "Ji binpêkirin, êşkencekirin û revandina jinan re na", "Paqijiya etnîkî ya li Efrînê rawestînin", "Kujer Erdogan îxtiyar û astengdaran nas nake", "Dagirkerî tundî ye" û "Bi rihê berxwedana Hevrînan em dagirkerî û faşîzmê têk bibin" hatin vekirin.