Li Idlibê tevgerên leşkerî yên nû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316354-li_idlibê_tevgerên_leşkerî_yên_nû
Navenda Mafê Mirovan a Sûriyê li Londonê (SOHR) ragihand ku hikumeta Sûriyê hêzên xwe li eniyên parêzgeha Idlibê kom dike. Li aliyek din komên çeteyên girêdayî Tirkiyê nuqteyên xwe li gel operasyonek nû xurt kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 31, 2020 17:33 Asia/Tehran
  • Li Idlibê tevgerên leşkerî yên nû

Navenda Mafê Mirovan a Sûriyê li Londonê (SOHR) ragihand ku hikumeta Sûriyê hêzên xwe li eniyên parêzgeha Idlibê kom dike. Li aliyek din komên çeteyên girêdayî Tirkiyê nuqteyên xwe li gel operasyonek nû xurt kirin.

Li gorî çavkaniyên SOHR hikumeta Sûriyê hêzên nû li eniyên çiyayê Zawiye li başûrê gundewarên Idlibê û eniyên Talhiye li rojhilatê Teftenazê bi cih kirine.

Girêdayî heman mijarê, çeteyên Tehrîr El-Şam nuqteyên xwe li başûrê gundewarê Idlibê û eniyên Sehil El-Xab xurt kirin. Her wiha Tirkiyê jî bergiriyên xwe li nuqteyên xwe li çiyayê Zawiye li başûrê gundewarê Idlibê zêde kirin. li gorî agahiyan, Tirkiyê pergala parastina hawayî li lûtkeya Til Nebî Eyûb a stratejîk li çiyayê Zawiye bi cih kiriye.

Tevgerên leşkerî yên domdar ji hêla her du aliyan ve li gel destpêkirina operasyonek leşkerî nû pêk tên. Ger danûstandinên Rûsya-Tirkiyê girêdayî gelek mijaran di nav de vekirina rêya Heleb-Lazîqiye M4 bi binketin.