Piştî şewitandina zeviyan, artêşa Tirkiyê agir berda malên sivîlan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316352-piştî_şewitandina_zeviyan_artêşa_tirkiyê_agir_berda_malên_sivîlan
Artêşa Tirkiyê ku gelek deverên kursî li Sûriyê dagîr kirine piştî zadên şêniyên gundewarên Til Temirê şewitandin, agir berdan malên sivîlan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 31, 2020 15:48 Asia/Tehran
  • Piştî şewitandina zeviyan, artêşa Tirkiyê agir berda malên sivîlan

Artêşa Tirkiyê ku gelek deverên kursî li Sûriyê dagîr kirine piştî zadên şêniyên gundewarên Til Temirê şewitandin, agir berdan malên sivîlan.

Çeteyên artêşa Tirkiyê yên bi navên ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ agir bi malên sivîlên gundên Reyhaniyê û Qasimiyê yên bakurê rojavayê navçeya Til Temirê xist.

Beriya niha çeteyan bi îdiaya ku ev herêmeke leşkerî ya Tirkiyê ye, sivîl ji gund derxistin û mal û milkên sivîlan jî talan kirin.

Beriya çend rojan komên çeteyan û artêşa Tirkiyê malên sivîlên gundên Til Menax û Um Şiêfa yên başûrê navçeya Zirganê yên li ser rêya Til Temirê şewitandin.

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ji hefteyekê ve zeviyên gundewarên rojavayê bakurê navçeya Til Temir û gundên navçeya Zirganê dişewitînin.