Sûrîye û Tirkîyê alavên nû yên leşkerî derbasî Idlibê kirine
Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê ragihand ku hêzên Sûrîye û Tirkîyê alavên nû yên leşkerî derbasî Idlibê kirine.
Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê ku ser bi opozosyona vî welatî û meqera wê li Londonê ye, ragihand ku hêzên Sûrîye û Tirkîyê alavên nû yên leşkerî derbasî Idlibê kirine.
Ligorî wê raporê, Tirkîyê 35 maşînên leşkerî şandine deverên di bin kontrola xwe li Idlibê de û bi vî awayî hejmara wan maşînên leşkerî ku ji 5`ê Adarê va derbasî wê herêmê hatine kirinê ji 2 hezarî derbas bû û nika bi hezaran leşker li wir in.
Ligorî rapora Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê, hêzên Sûrîyê jî gellek alavên leşkerî li deverên pevçûnê yên Idlibê bicih kirine.
Ligorî raporê, ew alavên leşkerî li çend mêhweran ji wan Kefer Nubul, Hezarîn, Fetîre û mêhwerên din li Cebel Zawîyê li başûra Idlibê hatine bicihkirinê.