HSDê bi mûşekan bersiva çekdarên girêdayî Tirkiyê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314474-hsdê_bi_mûşekan_bersiva_çekdarên_girêdayî_tirkiyê_da
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku ji aliyê wan êrîşeke Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê hate şikandin û otomobîleke leşkerî hate jinavbirin û çekdarek jî hate kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 31, 2020 07:04 Asia/Tehran
  • HSDê bi mûşekan bersiva çekdarên girêdayî Tirkiyê da

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku ji aliyê wan êrîşeke Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê hate şikandin û otomobîleke leşkerî hate jinavbirin û çekdarek jî hate kuştin.

Di demekê de ku herêma bajarê Eyn Îsa li bakurê Reqayê tûşî topbarana topxana artêşa dagirker a Tirkiyê û grûpên çekdar dibe, medyaya ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandiye ku hêzên wan êrîşeke Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê li ser rêya M-4 û navçeya gundewarê bajarê Eyn Îsa, têk şikandin.

HSDê ragihand: “Şervanên wê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişê da”, di encamê de otomobîlek leşkerî hat jinavbirin û  herî kêm çekdarek jî hate kuştin.

Herwiha ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê AAyê jî piştrast kir ku ji aliyê şervanên HSDê ve otomobîlek leşkerî hate têkbirin û çekdarekî opozisyona Sûriyê jî hate kuştin.

Ev yek di demekê de tê, ku bi sedema koronayê û weke pabendî  bi daxwaza Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, HSDê ji çend rojan ve agirbest ji aliyê xwe ve ragihandibû.