Revîna Terorîstên DAIŞê ji zîndana HSDê li Hesekê ya Sûriyê
Adar 30, 2020 05:41 Asia/Tehran
Çeteyên DAIŞ‘ê yên di girtîgeha Sîna ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê de îsyan kirin û çend kes ji wan reviyan.
Çavkaniyên Sûriyê ragihandin: Terorîstên DAIŞ‘ê yên di girtîgeha Sîna ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê îsyan kirin û çend kes ji wan revîn. Hêzên Antî-Teror, hêzên ewlekariyê girtîgeh dorpêç kirin.
Di heman demê de balafirên Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê li ser herêmê digre.
Nêzîkî 5 hezar zîndaniyên DAIŞê ku ji 54 welatên cîhanê ne li vê zîndanên ne û welatên van zîndaniyan naxwazin van vegerînin welatê wan.
Di vî halî de Sûriyê û Rûsyayê derheq piştgiriya ji terorîstan hişyarî dan Amerîkayê.
Herçend ku Amerîkayê ragihandibû wê leşkerên xwe ji Sûriyê derxîne , lê ev leşkerên amerîkî hîn li Sûriyê ne.