Tirkiyê cardinê ava bajarê Hesekê li Sûriyê qut kir
Artêşa Tirkiyê û terorîstên ku ji aliyê wan ve piştgirî dibin bo cara sisyan li yek meha buhurî û di rewşa êpîdêmiya vîrûsa koronayê ava bajarê Hesekê û bajarokên derdora wê li bakurê rojhilata Sûriyê qut kirin.
Ajansa fermî ya Sûriyê ji zarê serokê dayira avê ya Hesekê raghand: Rejîma dagirkirê Tirkiyê û kirêgirtinê wê cardinê pompaja avê ji îzgeha Elokê li derdora serê kaniyê bo bajarê Hesekê û bajarokên derdora wê qut kirin.
Mehmûd El-Eklê bal kişand ser vê yekê ku ji siet 10 şeva buhurî cardinê ava Hesekê hatiye qutkirin û got: Kiryara Tirkiyê û kirêgirtinên wê binpêkirina eşkere û cinayeta li dijî mirovahiyê li dijî zêde ji nîv milyon kes ji xelkê bajarê Hesekê û bajarokên xelknişîn ên wê ye ku dibe sedema îza bûna wan.
Eva cara sisyan li yek meha buhurî ye ku artêşa Tirkiyê û kirêgirtinên terorîst ên wê ava bajarê Hesekê qut dikin.
Rêxistinên gelanî yên Sûriyê her wiha kiryara bi qest a Tirkiyê li bêparkirina xelkê bakurê rojhilata Sûriyê ji ava vexwarin li dijî hemî qanûnên navdewletî û cinayeta cengê dan zanîn.