Topxaneya Tirkiyê gundên Eyn Îsayê topbaran kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314390-topxaneya_tirkiyê_gundên_eyn_Îsayê_topbaran_kirin
Topxaneya artêşa Tirkiyê şeva derbasbûyî gundên bajarokê Eyn Îsa li bakurê Reqayê topbaran kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 28, 2020 12:47 Asia/Tehran
  • Topxaneya Tirkiyê gundên Eyn Îsayê topbaran kirin

Topxaneya artêşa Tirkiyê şeva derbasbûyî gundên bajarokê Eyn Îsa li bakurê Reqayê topbaran kir.

Ajanssa Rûdawê li gor çavkaniyên xwecihî ragihand: Topxana artêşa Tirkiyê gundê Seyda ser bi bajarokê Eyn Îsa topbaran kiriye.

Li gor heman çavkaniyan, çekdarên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê jî beşdarî topbarankirina navçeyê bûne. Ev topbaran piştî 3 rojan ji hêminiyê li navçeyê pêk tê.

Roja 24ê adarê, grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê tankerên sûtemeniyê li nêzîk Eyn Îsa kiribûn armanc û di encamê de şer û pevçûn di navbera wan grûpên çekdar û hêzên HSDê de derketibûn.