Teqezkirina Sûriyê ser pêwîstiya kutakirina destdirêjiyên Tirkiyê
Sûriyê bi şandina nameyekê bo sekreterê giştî yê NY û serokê konseya ewlehiyê ya vê rêxistinê ser pêwîstiya kutakirina destdirêjiyên Tirkiyê bi taybet li warê qutkirina gîhandina avê bo bajarê Hesekê li Sûriyê teqez kir.
Wezareta derve ya Sûriyê li vê nameyê raghand hêzên dagirkir ên Tirkiyê û kirêgirtiyên terorîst ên ser bi vî welatî bo cara sisyan li dû hev bi qutkirina gîhandina avê bo çavkaniya sereke ya bajarê Hesekê û navendên xelknişîn kiryarên cinayetkarane li dijî xelkê sivîl li vî bajarî didomînin.
Wezareta derve ya Sûriyê destnîşan kir: Qutkirina gîhandina avê bo îzgeha avê ya bajarê Hesekê li halekê ye ku piraniya welatiyên wê jin û zarok pêk tînin.
Wezareta derve ya Sûriyê ji sekreterê giştî yê NY û konseya ewlehiyê xwest ku bila kiryarên cinayetkarane yên hkûmeta Tirkiyê şermezar bikin û wan neçar bikin destdirêjiyên xwe û dagirkirina axa Sûriyê û piştgiriya ji komên terorîstî rawestînin.