Artêş û gelê Sûriyê karwanê leşkerî yê Amerîkayê neçar kirin ku paşda vekişe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314323-artêş_û_gelê_sûriyê_karwanê_leşkerî_yê_amerîkayê_neçar_kirin_ku_paşda_vekişe
Hêzên artêşa Sûriyê hevrê digel şêniyên gundekî li bakurê rojhilata vî welatî karwanekî leşkerî yê Amerîkayê ku di parêzgeha Hesekeyê derbas dibû, neçar kirin ku paşde vekişe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 26, 2020 04:26 Asia/Tehran
  • Artêş û gelê Sûriyê karwanê leşkerî yê Amerîkayê neçar kirin ku paşda vekişe

Hêzên artêşa Sûriyê hevrê digel şêniyên gundekî li bakurê rojhilata vî welatî karwanekî leşkerî yê Amerîkayê ku di parêzgeha Hesekeyê derbas dibû, neçar kirin ku paşde vekişe.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Hêzên artêşa Sûriyê û niştecihên hêrs ên gundê Hamoyê li bakurê rojhilata vî welatî karwanekî leşkerî yê Amerîkayê neçar kirin ku ji parêzgeha hesekeyê paşda vekişe.

Ev cara çarem di yek meha dawî da ye ku meşa karwanên leşkerî yên Amerîkayê li bakurê rojhilata Sûriyê tûşî berxwedana hêzên çekdar û gelanî yên Sûriyê dibe.

Kanala Exbariyê ya Sûriyê ragihand ku şêniyên vî gundî rê li ber derbasbûna karwanê amerîkî girtin.

Ev karwan pêkhatî ji şeş wesayîlên zirxî bû.

Du rojan beriya vêya jî şêniyên vî gundî berxwedaneke wiha nîşan dan û rê li ber derbasbûna karwanê amerîkî girtin.

Lê artêşa Amerîkayê hîn derbarê vê paşvekişiyana neçarî tiştek belav nekiriye.