Wezîrê Berevaniyê yê Rûsiyê digel Esed derbarê bakurê rojavaya Sûriyê axivî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314266-wezîrê_berevaniyê_yê_rûsiyê_digel_esed_derbarê_bakurê_rojavaya_sûriyê_axivî
Wezîrê Berevaniyê yê Rûsiyê bi serokomarê Sûriyê ra hevdîtin pêk anî û derbarê dawîn alûgorên bakurê rojavaya vî welatî û lihevkirina pêkhatî navbera Rûsiye û Tirkiyê jibo agirbesa li Idlibê gotûbêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 24, 2020 03:35 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevaniyê yê Rûsiyê digel Esed derbarê bakurê rojavaya Sûriyê axivî

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsiyê bi serokomarê Sûriyê ra hevdîtin pêk anî û derbarê dawîn alûgorên bakurê rojavaya vî welatî û lihevkirina pêkhatî navbera Rûsiye û Tirkiyê jibo agirbesa li Idlibê gotûbêj kir.

Li gorî rapora SANA Newsê, Bişar Esedê serokomarê Sûriyê û Sêrgêyî Şoygoyê Wezîrê Berevaniyê yê Rûsiyê roja Duşemiyê di vê hevdîtinê da derbarê rewşa navçeya Cizîrê (sê parêzgehên Reqa, Dêrazor û Hesekeyê) û dewama talankirina petrol û heyitiya Sûriyê ji aliyê amerîkiyan va jî gotbêj kirin.

Di vê hevdîtinê da her wiha kiryarên pêkhatî ji aliyê dewleta Sûriyê va bona pêkanîna aramî û ewlehiyê li navçeyên cûrbecûr ên vî welatî û hewildana Rûsiyê di asta  navçe û cîhanê da jibo rakirina boykotan û işkandina dorpêçê û rêgirtina li tecrîda li ser Sûriyê hatin şirovekirin.

Di gotûbêja Bişar Esed û Sêrgêyî Şoygo da her wiha hevkariya wezaretxanneyên berevanî û hêzên çekdar ên Sûriye û Rûsiyê hat hilkolandin û du aliyan meyl û mereqa xwe jibo zêdekirina asta hevkariyan diyar kirin.