Hêzên Ûris û Tirk dest bi gereçavdêrîyê li rojhilata Kobanîyê kirin
Adar 23, 2020 11:23 Asia/Tehran
Di çarçoveya rêkeftina Rûsîye – Tirkîyê de, îro gereçavdêrîya hevbeş a hêzên wan du welatana li rojhilatê bajarê Kobanê destpê kir.
Ligorî raporên çavkanîyên xwecî îro hêzên Ûris û Tirk bi 4 panzêran ji gundê Xerîb ê rojhilatê bajarê Kobanîyê ve dest bi gereçavdêrîyê kirin.
Li gorî raporan, wê gereçavdêrîya hevpar ber bi gundên Eyn Bet, Cîşan, Solan, Qeremox, Bexdik û heta bi gundê Serzorî yê rojhilatê bajarê Kobanîyê girt ber xwe û paşê hêzên Tikr ji gundê Xerîb re vegeriyan Tirkiyê.
Piştî rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan di roja 22 Cotmeha 2019an li bajarê Soçîyê, hêzên Ûris ûTirk gerên çavdêriyê yên hevbeş li bajar û bajarokên Kurdistana Sûrîyê encamp didin.