Li Ezazê teqîn: 2 kuştî û 14 birîndar hene
Adar 20, 2020 12:33 Asia/Tehran
Li bajarokê Ezazê yê li bakurê Helebê teqînek çêbû û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 14 kes jî birîdnar bûn.
Ajansa fermî ya nûçan a hikûmeta Tirkiyê Anadloluyê ragihandiye ku teqîn êvara roja Pêncşemê 19ê Adarê li navenda bajarokê Ezazê qewimiye.
Li gor agahiyan, teqîn li nêzîkî benzînxaneyekê û bi rêya otomobîleke bombekirî hatiye encamdan.
Ji ber teqînê herwiha zirareke mezin a maddî gihîştiye cih û avahiyên derdorê.
Ti aliyekê berpirsatiya teqînê nedaye ustîyê xwe.
Bajarokê Ezazê ku ser bi parêzgeha Helebê ya Sûriyê ve ye, di jêr kontrola komên çekdar ên girêdayî bi Tirkiyê de ye.