10 têrorîstên DAIŞ'î li Hesekê hatin kuştinê
Adar 16, 2020 14:20 Asia/Tehran
10 têrorîstên DAIŞ'î li zîndana di bin kontrola Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) li şarê Hesekê de hatin kuştinê.
10 endamên koma têrorîst a DAIŞ'ê ku şeva buhurî hewil dan li zîndana di bin kontrola HSD'ê li Hesekê de serî hildin, bi derba gulleya nobedarên girtîgehê de hatin kuştinê.
Ligorî vê raporê, dema bûyerê de balafirên amerîkî jî bi awayekî nizim li esmanê taxa Giwêranê ya Hesekê firîyan.
Mezintirîn girtîgeha ku zîndanîyên DAIŞ`î têda ne, ketîye taxa Giwêranê ya Hesekê û ew zîndana ji sala 2016`an ve di bin kontrola HSD'ê da ye.
Nêzî 5 hezar têrorîstên DAIŞ`î ji 54 welatên cîhanê li zîndana navendî ya Giwêranê ne û ew welatana wan girtîyana wernagirin.