Rûsiye: Agirbesa li Sûriyê hatiye binpêkirin
Wezareta derve ya Rûsiyê îro bi daxûyaniyekê raghand ku tevî raghandina hevhatina agirbesê li navçên bakurê rojava Sûriyê, terorîstên hazir li parêzgeha Idlibê cardinê xwe çekdar dikin û hin êrişan li dijî hêzên eskerî yên sûrî cih tînin.
Li gorî rapora malpera nûçan a Rûsiya El-Yewmê, Vê wezaretxanê her wiha raghand ku komên terorîstî yên curbicur ji wan "Tehrîra Şam" û "Heras El-Dîn" li navça kêmkêşe li parêzgeha Idlibê bi cih bûne û eşkere dijberiya xwe li hember hevhatina agirbesa navbera Moskowa û Enqerê li vê deverê raghandine.
Li daxûyaniya Wezareta derve ya Rûsiyê hatiye ku komên terorîstî li Idliba Sûriyê sûd ji aramiyê û ji derfeta pêkhatî piştî hevhatina agirbesê wergirtin û cardinê bi çekdarkirina xwe û bi piştgiriyên derveyî mijûlî karêbarên êrişa ser meqerên eskerên Sûriyê ne.
Rûsiyê her wiha teqez kir ku li hember terorsîatn bi tenê du rê hene: Rawestana bo jinavbirina wan an Mehkemekirina wan li gor qanûnê.
Receb Teyib Erdogan û Viladîmîr Pûtîn serokkomarên Tirkiyê û Rûsiyê piştî zêdebûna aloziyan navbera artêşên Sûriyê û Tirkiyê 5ê Adarê li Moskowê agirbesa li parêzgeha Idlibê li bakurê Sûriyê bidestxistin.