Serokomarê Sûrîyê biryarek derbarê Hilbijartinên Parlimana vî welatî de da
Adar 15, 2020 05:45 Asia/Tehran
Bi biryara Serokomarê Sûrîyê, Hilbijartinên Parlimana vî welatî di çarçova pêngavên xweparastinê yên dewletê de jibo girtina pêşîya belavbûna vîrûsa Koronayê paşda xistin.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA), Nivîsgeha Serokomartîya Sûrîyê îro di daxûyanîyekê de ragihand: Bişar Esed Serokomarê Sûrîyê ferman daye di çarçova pêngavên rêgirane jibo girtina pêşîya vîrûsa Koronayê li vî welatî de, Sêyemîn Dewra Hilbijartinên Parlimanî ku biryar bû di 11`ê Nîsanê de were lidarxistinê, bo 20`ê Gulanê hat paşdaxistinê.
Wezareta Tenduristîya Sûrîyê jî îro ragihand ku encama hîç yek ji test û ceribandinên ser haletên gumanbarê tûşbûna bi vîrûsa Koronayê li nexweşxanên vî welatî pozitîv nebûye.