HSD: Li nêzî rêya M4, 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
HSD’ê diyar kir ku di encama şerê li gundên nêzî rêya M4 ya navneteweyî de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand: “Roja 5’ê Adarê li herêma Eyn Îsa droneke (balefireke bê mirov) ya çeteyên dagirker ji aliyê hêzên me ve hat xistin.
7’ê Adarê artêşa dagirker û çeteyên wê xwestin êriş bibin ser gundên derdora rêya M4 ya navneteweyî. Di encama bersivdayîna hêzên me de şer derket. Di encama şer de 3 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn. Her wiha wesayîteke leşkerî û doçkayek hatin rûxandin. Di vê pevçûnê de şervanekî HSDê jî jiyana xwe ji dest da û şervanekî din jî birîndar bû.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê herêmên Til Temir û Eyn Îsa bê navber bombebaran dikin û balafirên keşfê jî li ser herêmê digerin.”