Renge gotûbêhên Pêvajoya Astaneyê li ser Sûriyê were paşdaxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313920-renge_gotûbêhên_pêvajoya_astaneyê_li_ser_sûriyê_were_paşdaxistin
Wezîrê karên derve yê Qezaqistanê qala hitimala paşdaketina Gotêbêjên Astaneyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 10, 2020 15:01 Asia/Tehran
  • Renge gotûbêhên Pêvajoya Astaneyê li ser Sûriyê were paşdaxistin

Wezîrê karên derve yê Qezaqistanê qala hitimala paşdaketina Gotêbêjên Astaneyê kir.

Wezîrê karên derve yê Qezaqistanê, Muxtar Tîloberdî got: Aniha rewş guhertiye û ev civîn nikare di vê mehê da were lidarxistin.

Wezîrê karên derve yê Qezaqistanê hegera paşdaketina gotûbêjên nasyar bi Pêvajoya Astaneyê neda zanîn, lê hitimala berbelavbûna Vîrûsa Koronayê li Cîhanê û hitimala pêketina giştan bi wê, ev gotûbêj paşda xisitye.

Piştî bidawîhatina civîna berê ku di meha Kanûna sala 2019an hat lidarxistin, pêşniyarek jibo lidarxistina civîna din di meha Adara 2020an hatibû raberkirin.Dora çardehem a Gotûbêjên Astaneyê rojên 10 û 11ê Kanûna 2019an li bajarê Nûrsiltan ê paytexta Qezaqistanê hat lidarxistin. Di dawiya vê civînê da welatên beşdar li ser pêwîstiya parastina serwerî, yekîtî û yekparçetiya axa Sûriyê û dewama hevkariyan heta jinavbirina rêxistinên terorîstî li vî welatî pêgirî kirin.Di vê civînê da, welatên beşdar her wiha li dijî her cûre bernameya cudatîxwaziyê bi armanca lawazkriina serwerî û yekparçetiya axa Sûriyê derketin.