Berdewamiya binpêkirina Agirbesê li Idlibê
Komên terorîst yên ku Tirkiye li pişta wan e ji bo dagîrkirina hin deverên derdora Idlib û Helebê û danîna navê deverên ewleh ser wan, agirbes binpê kirin.
Li gor nûçeya El-Exbariye, êrişên mûşekî û topxanê yên terorîstan ser bargeh û cihê civîna artêşa Sûriyê berdewam kir ku Artêşa Sûriyê di bersiva van êrişan cihên ku golên topan û mûşek ji wir hatibûn avêtin ji nav birin . Eva di rewşekê ye ku Artêşa Sûriyê li ser agirbesê maye û bi tenê rasterast bersiva êrişên terorîstan daye.
Artêşa Sûriyê bi eşkera ragihandiye ku dayîna bersivê bo êrişên terorîstan mafê wê ye û dev ji vê yekê bernade.
Endamekî artêşa Sûriyê di vê barê de got: Komên çekdar lihevkirina agirbesê li deverên derdora Idlibê û Helebê binpê kirin û hêzên çekdar ên Sûriyê jî bi çek û sîlahên guncaw bersiva wan da û çendîn roketên hawanê li terorîstan xistin.