Hûrgiliyn lihevkirina Erdogan û Pûtîn ser Idlibê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313856-hûrgiliyn_lihevkirina_erdogan_û_pûtîn_ser_idlibê
Roja pêncşemiyê li Moskoya paytexta Rûsiyê, Viladîmîr Pûtîn serokê Rûsiyê û Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê ser agirbesa li navçên parêzgeha Idlibê li hev kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 08, 2020 13:22 Asia/Tehran
  • Hûrgiliyn lihevkirina Erdogan û Pûtîn ser Idlibê

Roja pêncşemiyê li Moskoya paytexta Rûsiyê, Viladîmîr Pûtîn serokê Rûsiyê û Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê ser agirbesa li navçên parêzgeha Idlibê li hev kirin.

Li gor naveroka rêketinê, riyeka ewleh bi dirêjatiya 6 km ser riya navdewletî ya M4 tê avakirin, Tirkiyê jî mafê bertek ali hember her cure binpêkirinekê li navçên kêmkirina şîdetan heye, çawa ku her du alî ser yekperçetiya axa Sûriyê li hev kirin. 

Li vê rêketinê teqezî ser çareseriya siyasî bo pirsa Sûriyê hatiyekirin ne çareseriya eskerî û bi çavdêriya NY, çawa ku behsa vegeryana  awareyan bo ser mal û halê xwe hatiyekirin. 

Li beşeke din a rêketinê teqezî ser rêxistinên terorîstî hatiye kirin û her du alî li hev kirin ku her rêxistinek  ku ji aliyê Neteweyn yekgirtî wek terorîst hatibin naskirin ji aliyê her du aliyan jî wek terorîst bên hesab. 

Sergeyî Lavroj wezîrê derve yê Rûsiyê jî raghand ku her du artêşên Tirkiyê û Rûsiyê ji 15 Adarê va tîma eskerî ya hevpar li ser riya M4 dê hebin ku wek riya stratejîk tê hesab. 

Li bara xalên rêketinê jî Lavrov got: li 15 Adarê tîmên eskerî yên hevpar ên Rûsiyê û Tirkiyê ser riya M4 dest bi gereçavdêriyê bikin. 

Marya Zaxarova berdevka Wezareta derve ya Rûsiyê jî teqez kir, rawestandina proseyên cengê li Idlibê tê wateya teqeziya wan ser berdewambûna li şerê li dijî terorê. Wê her wiha got divê hemî rêxistinên terorê li Sûriyê bên jinavbirin.