Hatin û çûyîna li rêya navnetewî ya Heleb-Şamê dîsan destpê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313842-hatin_û_çûyîna_li_rêya_navnetewî_ya_heleb_Şamê_dîsan_destpê_bû
Hevgavê vegerandina aramîyê bo parêzgeha Idlibê, hatin û çûyîna li rêya navnetewî ya Heleb-Şamê dîsan destpê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 07, 2020 13:56 Asia/Tehran
  • Hatin û çûyîna li rêya navnetewî ya Heleb-Şamê dîsan destpê bû

Hevgavê vegerandina aramîyê bo parêzgeha Idlibê, hatin û çûyîna li rêya navnetewî ya Heleb-Şamê dîsan destpê bû.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA), hatin û çûyîna maşînên şexsî, giştî û matorsîklêtan li pişka Seraqibê ya cadeya Heleb-Şamê destpê bûye.

Têrorîstan hefteya buhurî hin pişkên şarê Seraqibê dagir kirin ku bi azadkirina dubare ya wî şarî bi destê Artêşa Sûrîyê, hatin û çûyîna li vê rêya istiratêjîk a Sûrîyê dîan destpê bûye.

Şayanî gotinê ye ku Serokomarên Ûrsêt û Tirkîyê jî di muzakireya roja Pêncşemê li Moskowê de lihev kirin ku rêyeke ewleh li rex cadeya ku herêma Helebê bi Bendera Laziqîyê va girê dide, were were sazkirinê.