Berteka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê li hember gotinên Beşar Esed
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313838-berteka_rêveberiya_xweser_a_bakur_û_rojhilata_sûriyê_li_hember_gotinên_beşar_esed
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê bi daxûyaniyekê bal kişand ser gotinên vê dawiyê yên Beşar Esed serokkomarê Sûriyê li bara mesela kurdên vî welatî û diyar kir: "Mesela kurdan beşeke giring ji qeyrana Sûriyê ye."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 07, 2020 12:41 Asia/Tehran
  • Berteka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê li hember gotinên Beşar Esed

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê bi daxûyaniyekê bal kişand ser gotinên vê dawiyê yên Beşar Esed serokkomarê Sûriyê li bara mesela kurdên vî welatî û diyar kir: "Mesela kurdan beşeke giring ji qeyrana Sûriyê ye."

 Li gorî rapora Kurpress`ê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê bi daxûyaniyekê bal kişand ser gotinên vê dawiyê yên Beşar Esed serokkomarê Sûriyê li bara mesela kurdên vî welatî û diyar kir: "Mesela kurdan beşeke berbiçav a qeyrana Sûriyê pêk tîne. Bi çareserkirina mesela kurdan em dikarin bo çareserkiorina qeyrana Sûriyê pêngaveka pir giring rakin."

Di dewama vê daxûyaniyê hatiye: "Kesên ku kurdan û xelkê bakur û rojhilata Sûriyê tawanbar dikin bi cudayîxwzaiyê bila xebat û têkoşîna vî gelî li Efrînê bona girtina pêşiya dagirkirina erdên Sûriyê ji aliyê Tirkiyê va bînin bîra xwe û ji bîr nekin ku li Serêkanî û Girêspiyê  bi fîdakarî û bi xwîna xwe Sûriye parastin."

Di dawiya vê daxûyaniyê da hatiye: "Pêngava herî durust ku hikûmeta navendî ya Sûriyê dikare hilîne qebûlkirina guhertinan û pêngavrakirin bona çareserkirina demokrastîk a meselê ye. Bona ku Sûriyeya demokratîk bê avakirin divê rê xweş bikin. Divê qebûl bikin ku mesela kurdan beşeke giring ji qeyrana Sûriyê ye."