Putin derbarê şerê Idlibê de pîrozbahî li Esed kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313827-putin_derbarê_şerê_idlibê_de_pîrozbahî_li_esed_kir
Serokkomarên Rûsya û Sûriyê liser rêkevtinama Idlibê gotûbêj kirin ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hatîye wajokirinê û Putin di wê peywendiyê de pîrozbahî li Esed kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 07, 2020 04:47 Asia/Tehran
  • Putin derbarê şerê Idlibê de pîrozbahî li Esed kir

Serokkomarên Rûsya û Sûriyê liser rêkevtinama Idlibê gotûbêj kirin ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hatîye wajokirinê û Putin di wê peywendiyê de pîrozbahî li Esed kir.

Ajansa Nûçan a Fermî ya Sûriyê (SANA)  ragihandiye Serokkomarê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Sûriyê Beşar Esedşeva buhurî bi rêya telefonê gotûbêj kirin. 

Li gorî vê raporê, di wê peywendiyê de, Serokkomarê Rûsyayê derbarê kombûna berpirsên Rûsya û Tirkiyê li Moskowê ku li ser pirsa Idlibê, roja 5ê vê mehê birêve çûbû, zanyarî dane Serokkomarê Sûriyê.

Putin di wê peywendiya telefonî de, pîrozbahî li Esed kiriye bo encama şerê li Idlibê û Esed jî ji ber destkevtên Rûsyayê di civîna ligel Tirkiyê de xweşhaliya xwe nîşan daye.

Serokomarê Sûrîyê Beşar Esed ji Putin re gotiye, “Eger Tirkiye pabendê wê rêkevtinamê bibe, dê encama erênî hebe.”

Her di wê peywendiyê de herdu aliyan tekezî li ser wê kirine ku ew rêkevtinama di çarçoveya hewildana jibo “garantîkirina serwerî û yekperçeyiya xaka Sûriyê” û alîkarîya “bo amadekirina rewşê ji bo destpêkirina proseya siyasî hatîye wajokirinê.”

Roja 5ê vê mehê Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ligel şandeke pilebilind derbarê pirsa parêzgeha Idlibê de serdana Rûsyayê kir û li Moskowê ligel Vladimir Putin û berpirsên Rûsî civiya.

Di encama kombûna herdu aliyan de ku 6 demjimêran berdewam bû, biryara ragihandina agirbesê bo Idlibê hat dayîn.