NY ji lihevkirina Ûrsêt û Tirkîyê derbarê Idlibê de pêşwazî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313813-ny_ji_lihevkirina_Ûrsêt_û_tirkîyê_derbarê_idlibê_de_pêşwazî_kir
Sêkrêtêrê Gişt NY ji lihevkirina Ûrsêt û Tirkîyê derbarê Idlibê de pêşwazî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 06, 2020 11:44 Asia/Tehran
  • NY ji lihevkirina Ûrsêt û Tirkîyê derbarê Idlibê de pêşwazî kir

Sêkrêtêrê Gişt NY ji lihevkirina Ûrsêt û Tirkîyê derbarê Idlibê de pêşwazî kir.

Antoniyo Gotereş Sêkrêtêrê Gişt NY di daxûyanîyekê de hêvî kir ku rêkevtina Ûrsêt û Tirkîyê veguhere agirbesa demlidest û mayinde, rawestandina lezgîn û mayinde ya dijminatî û kîns li bakura rojavaya Sûrîyê û parastina sivîlan li vê deverê garantî bike. 

Gotereş di wê daxûyanîyê de xwest ku alîyên têkildar vegerin demajoya sîyasî ya di bin çavdêrîya NY de ku di biryarnama 2254 a Civata Ewlehîyê ya derbarê çareserkirina qeyrana Sûrîyê de.

Antoniyo Gotereş Sêkrêtêrê Gişt NY herwiha got: Zarok li seranserî Sûrîyê ketine ber bandora xirab a şerê dilreqane û heyameke dûr û dirêj piştî kutabûna şêrr jî yê wê êşê bikişînin.