Bişar Esed: Li Sûrîyê pirsgirêkek bi navê Pirsgirêka Kurdan tineye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313802-bişar_esed_li_sûrîyê_pirsgirêkek_bi_navê_pirsgirêka_kurdan_tineye
Serokomarê Sûriyê Beşar Esed, hebûna Pirsgirêka Kurdan li welatê xwe wek “xeyal û derew” bi nav kir.  
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 06, 2020 04:23 Asia/Tehran
  • Bişar Esed: Li Sûrîyê pirsgirêkek bi navê Pirsgirêka Kurdan tineye

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed, hebûna Pirsgirêka Kurdan li welatê xwe wek “xeyal û derew” bi nav kir.  

Beşar Esed di hevpeyvîneke ligel kanala Russia 24 de ragihand: “Ewên ku beyannameyên tund li dijî Tirkiyê derdixin, heta niha gulleyek li dijî Tirkiyê neteqandine û em bi tenê şerê Tirkiyê dikin”.

Bişar Esed derbarê meseleya Kurdên Sûrîyê de jî got: "Em ligel grûpên siyasî yên Kurd li navçeya bakurê Sûriyê di peywendiyê de ne, lê pirsgirêk ew e, beşekî grûpên Kurd li jêr desthilata Amerîkayê kar dikin.”

Esed herwiha dibêje, “Derbarê ku tê gotin ‘Doza Kurd’, tiştek bi navê doza Kurd li Sûriyê nîne. Ev yek jî sedema wê zelal e. Hinek Kurd ji mêj ve li Sûriyê dijîn, ew jî li bakur akincî bûne, di sedsala borî de ji ber sitema Tirkiyê hatin bakur û me jî mêvandariya wan kir li Sûriyê. Herwiha Kurd û Ermen û pêkhateyên cuda ên din jî hatin Sûriyê. Baş e çima wê arîşeya me ligel Kurdan hebe?”

Serokomarê Sûriyê herwiha dibêje, “Niha pirsgirêka me ligel Amerîkayê ye, Amerîka dagîrkar e, ku axa me dagîr dike, Amerîka dize û petrol Sûriyê didize. Çênabe tu di navbera du aliyan de raweste. Tirkiye jî dagirker e.”

Bişar Esed têkildarî alîyên Kurd li Sûrîyê herwiha got: Pêwîst e em gotûbêjê bikin, dema em gotûbêjê bikin em ê biryarê bidin. Gelo em ê destûrê sererast bikin?  Gelo em ê tedbîran serrast bikin? Divê em derbarê van tiştan de gotûbêjê bikin. Lê tenê tiştek heye, divê her kes bizane ku hikûmet ne destûr e, gel destûrê datîne, û gel birayarê li ser destûr dide, gelo em ê destûrê sererast bikin an na?”