Esed bo xelkê Tirkiyê: Çi pirsgirêka we ligel Sûriyê heye?
Serokkomarê Sûriyê pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Sûriyê de bêmantiq binav kirin û ragihand, “Me ti dijminkariyek li hemberî Tirkiyê nekiriye” û herwiha pirsek arasteyî xelkê Tirkiyê kir, “Çı pirsgirêka we ligel Sûriyê heye?”
Beşar Esed Serokkomarê Sûriyê di hevpeyvîneke digel kenala Russia 24ê de amajeyî kêşeyên ligel Tirkiyê kir û got ku wan ti dijminatiyek li himberî Tirkiyê nekiriye û got, “Nakokiyên niha yên ligel Tirkiyê bê mantiq in. Berjewendiyên me yên hevbeş ligel Tirkiyê hene. Çandên me têkilî hev bûne.”
Di dewama gotinên xwe Esed pirsek arasteyî xelkê Tirkiyê kir û got, “Çi pirsgirêka we ligel Sûriyê heye? Pirsgirêkeke çawa heye ku di encamê de hemwelatiyên Tirkiyê canê xwe ji dest didin.”
Ev daxuyaniyên Esed di demekê de ne ku şeva 26ê Sibatê di bombebarana firokeyên hikûmeta Sûriyê de 36 serbazên Tirkiyê canê xwe ji dest dabûn û hejmarek jî birîndar bûbûn.
Herwiha piştî wê êrişê, Tirkiyê jî bi navê ‘Mertala Beharê’ êrişek li dijî hêzên hikûmeta Sûriyê dabû destpêkirin.
Her li ser vê rewşa aloz a li parêzgeha Idlibê, biryar e sibê, 05.03.2020, Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Moskowê bicivin.