Hêzên Tirkîyê bi dû êrişên Artêşa Sûrîyê ji Idlibê direvin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313751-hêzên_tirkîyê_bi_dû_êrişên_artêşa_sûrîyê_ji_idlibê_direvin
Çalakên şebekeyên civakî vîdyoke weşandin ku nîşan dide hêzên Artêşa Tirkîyê piştî êrişên Artêşa Sûrîyê û hevpeymanên wê bi awayekî komkî ji Idlibê direvin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 04, 2020 05:51 Asia/Tehran
  • Hêzên Tirkîyê bi dû êrişên Artêşa Sûrîyê ji Idlibê direvin

Çalakên şebekeyên civakî vîdyoke weşandin ku nîşan dide hêzên Artêşa Tirkîyê piştî êrişên Artêşa Sûrîyê û hevpeymanên wê bi awayekî komkî ji Idlibê direvin.

Hevgavê gurrbûna gêreyan li Idlibê û êrişên Artêşa Sûrîyê ser çeperên hêzên Tirkîyê û têrorîstên di bin fermana Enqerê da, Artêşa Tirkîyê şaşupaşo bûye û vê yekê karê wê û têrorîstên di bin fermana wê de dijwar kirîye.

Çalakên şebekeyên civakî vîdyoyek belav kirin ku nîşan dide hejmareke zêde ya leşkerên Artêşa Tirkîyê û çekdarên ser bi wê, bidû êrişên hewayî û bitopan ên Artêşa Sûrîyê û hevpeymanên wê li derdora Idlibê, dest bi revê kirin.

Koma bi navê Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê ku ser bi neyarên sûrî û meqera wê li Londonê ye, şeva buhurî ragihand ku 4 leşkerên Tirkîyê di encama êrişa mûşekî ya artêşa Sûrîyê ser çeperên wan li rojavaya şarê Seraqibê û devera Mestûmê li derdora Idlibê da hatin kuştinê û 7 jî birîndar bûn.