Artêşa Sûrîyê balafireke din a bêpîlot a Tirkîyê joda xist
Adar 04, 2020 04:16 Asia/Tehran
Hêza Berevanîya Hewayî ya Artêşa Sûrîyê şeva buhurî balafireke din a bêpîlot a Tirkîyê li Idlibê joda xist.
Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA) ragihand ku Çiqa Berevanîya Hewayî ya Artêşa Sûrîyê şeva buhurî balafireke bêpîlot a Tirkîyê li bajarokê Xan Subulê li başûra Idlibê joda xist.
Eva şeşemîn baslafira bêpîlot a Tirkîyê ye ku di van 3 rojên dawîyê de ji hêla Çiqa Berevanîya Hewayî ya Artêşa Sûrîyê va tê jordaxistinê.