Tirkiyê firokeyeke şêrr a Artêşa Sûriyê xiste xwarê
Hêzên Tirkiyê firokeyeke şêrr a artêşa Sûriyê di dema operasiyonê da xistin xwarê.
Li gorî rapora SANA Newsê, Firokeya şêrr a Hêza esmanî ya artêşa Sûriyê di dema operasiyona dijî komên çete li Idlibê kete ber êrîşa artêşa Tirkiyê û ket xwarê.
Li gorî ragihandina Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, firokeya Sûriyê ji cûreya L-39 bû.
Hêzên Tirkiyê roja Yekşemiyê jî du firokeyên artêşa Sûriyê xistin xwarê.
Operasiyona artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê li parêzgeha Idlibê ku dawîn baregeha komnê têrorîst li Sûriyê ye, tûşî berteka nerênî ya Tirkiyê hatiye ku pişta komên têrorîst digire û ev welata li pey hev gefan li Sûriyê dixwe.
Artêşa Tirkiyê di hefteyên dawî da bi armanca piştgiriya ji komên çete û têrorîst, bi caran baregehên artêş û binavahiyên Sûrioyê li parêzgeha Idlibê dane ber êrîşê.