Amerîka agirê şêrr li Idlibê gurr dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313720-amerîka_agirê_şêrr_li_idlibê_gurr_dike
Bi dewama pevçûnan li paarêzgeha Idlibê û azadkirina zêde ji sedî 50ê vê navçeyê ji aliyê artlşa Sûriyê û hêzên Berxwedanê, tevgerên Amerîkayê jibo piştevaniya ji çeteyan û artêşa Tikriyê jî zêdetir bûye û Waşîngton dewsa daxwaza jibo bidawîanîna pevçûnan, agirê şêrr gurr dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 03, 2020 05:14 Asia/Tehran
  • Amerîka agirê şêrr li Idlibê gurr dike

Bi dewama pevçûnan li paarêzgeha Idlibê û azadkirina zêde ji sedî 50ê vê navçeyê ji aliyê artlşa Sûriyê û hêzên Berxwedanê, tevgerên Amerîkayê jibo piştevaniya ji çeteyan û artêşa Tikriyê jî zêdetir bûye û Waşîngton dewsa daxwaza jibo bidawîanîna pevçûnan, agirê şêrr gurr dike.

Li gorî nûçeyên herî dawî, bajarê girîng ê Seraqibê û çend bajarok û gund di van rojan da hatine azadkirin.

Zêdebûn atevgerên artêşa Tirkiyê û Amerîkiyan li navçeyê jibo pêşîlêgirtin li têkçûna têrorîstên tekfîrî di dawîn baregeha xwe li Sûriyê ye. Têkçûna têrorîstan li bakurê rojavaya Sûriyê ewqas jibo Waşîngton û Enqerê girîng e ku rayedarekî bilind ê Wezareta karên derve ya Amerîkayê roja Şemiyê ragihand ku Waşîngtonê dil heye jibo piştgiriya ji Tirkiyê li hem,berî dewleta Sûriyê li Idlibê, alîkariyên istixbaratî û amûran dayne ber der destê Enqerê.

Di hefteyên dawî da navçeya ewleh a Idlibê ji ber tevgerên têrorîstan û kiryarên artêşa Tirkiyê ji ber pevçûna wan digel hêzên artêşa Sûriyê û Bereya Berxwedana Îslamî û gullebarana navçeyên derdora Idlibê ji aliyê komên têrorîst û artêşa Tirkiyê va, asta kêşeyan gurr kiriye.

Firokeyên bêfirokevan ên amerîêkî û Tirkiyê wek piştevanê esmanî yê têrorîstan ketine tevgerê û di rojên dawiyê da baregehên Bereya Berxwedana Îslamî dane ber bombeyan ku di encamê da hejamreke hêzên Hizbullah, Zeynebiyon û Fatimiyon û artêşa Sûrioyê şehîd bûne.