Artêşa Sûriyê Qedexetiya Firrînê li Idlibê ragihand
Eerkantiya Fermandetiya hêzên çekdar ên Sûriyê bi daxuyaniyekê tevî ragihandina sînorên xwe yên esmanî li bakurê rojaya welêt nemaze li idlibê, ragihand: Fermandetiya hêza esmanî ya Sûriyê firrîna her cûe firokeyekê û her cûre firokeyeke bêpîlot li esmanê bakurê rojavya Sûriyê û Idlibê qedexe kiriye.
Li gorî daxuyaniya Eerkantiya Fermandetiya hêzên çekdar ên Sûriyê, her cûre firokeyek ku sînorên esmanî yên Sûriyê derbas bike, wek dijmin tê zanîn û jibo pêşîlêgirtin li pêkanîna memûriyeta xwe, dê bikeve ber hedefê.
Rayedarekî leşkerî di Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê jî destnîşan kir: Tirkiye rêzê li Peymana Sûçiyê nagire û pişta wan têrorîstan digire ku li Idlibê şerê artêşa Sûriyê dikin.
Wî her wiha got:Hêzên çekdar ên Tirkiyê kiryarên xwe yên destdirêjkerane li dijî hêzên me yên çekdar li Idlib û derdroa wê didomînin.
Li gorî nûçeyeka din, li hin mizgeftên Tirkiyê jibo alîkariya artêşa vî welatî di dagîrkeriya li Idliba Sûriyê, careke din sûreta Fetha Quranê tê xwendin.