Caferî: Tirkiyê Sûriye dagir kir, Tirkbûn li ser wê ferz kir
Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Dr. Beşar Caferî diyar kir ku dewleta Tirkiyê axa Sûriyê dagir kiriye, Tirkî li ser wir ferz kiriye, tacîz û tecawiz kiriye.
Li gorî ajansa fermî SANAyê Beşar Caferî di rûniştina lezgîn a derbarê Îdlîbê ya Konseya Ewlekariyê de bal kişandiye ser dagirkeriya dewleta Tirkiyê.
Caferî ev pirs kir, “Hebûna dewleta Tirkiyê ya li Sûriyê êrîş û çalakiya dagirkirinê ye yan na? Dewleta Tirkiyê xwest ku li cihê ku dagir kiriye Tirkî ferz bike, navê qad û kolanan biguherîne yan na? Tirkiyê berhemên me yên dîrokî dagir kir yan na?”
Caferî diyar kir ku rejîma Tirkiyê li gorî peymana Astanayê tevnegeriyaye û tevî komên ‘terorîst’ ên girêdayî xwe hewl daye hebûna xwe xurt bike û herêmê îstîsmar bike.
Caferî diyar kir ku rejîma Erdogan li Îdlîb, Helep, Lazqiyeyê ‘dixwaze rastiya terorîzmê ferz bike’ û li herêmên bakurê rojava jî girtin, kuştin, êşkence, tecawiz, dagirkirina berhemên çandinîyê, dizîya berhemên dîrokî kiriye.